Article

Bûkên Sûrî - Jiyana Kurdên Sûrî

Dilazad A.R.T 1,226 Reading

Bûkên Sûrî - Jiyana Kurdên Sûrî

Welatê kurdan cara yekem bi peymana Qesrî Şîrîn bi awayekî fermî bû du parçe. Duvre bi peymana Lozanê bû pênç parçe. Piştî ku sînor li nav axa kurdan ketin ê dî kurd ji hevdû re bûne bîyanî. Sînor wek xencera ku li dil ketibê kurd ji hev qutkirin. Li ser axa kurdan ji bo ku mirov bigerê dibê li pasaportê pênç mohrê pênç dewletan lêbikevin.

Di vê lêkolînê de mijara me ya sereke sînorê di navbera Tirkî û Sûrî de ye. Wek encamek ji gelek encamên sînor lêxistine rewşa kurdên Sûrî û bi taybetî jî bûkên ku ji Binxetê tenîne Serxetê. Di vê lêkolînê de tenê li ser bûkên kurd ê li derdora berîyê birawestin.

Wek xaleke girîng dibe em bibejin ku çerçoveya an ku derdora vê xebatê heta sala 2011a ye. Wek tê zanîn piştî şerê navxweyî yên li Sûrî rewşa jiyana mirovên Sûrî hatiye guhartin. Jiyana piştî şer ne mijara xebata me ye.

1. Sînorên Di Navbera Tirkî û Sûrî De

Bi peymana Qesrî Şirîn[2] cara yekem axa kurdan di nav du dewletên bi hêz de hate parvekirin. Bi peymana Lozanê[3] jî ê dî axa kurdan di nav penç dewletan de (Tirkî, Surî, Iraq, Îran û Yekîtîya Sovyet) hate parvekirin. Ev parvekirin heta roja îro jî di dome.

Piştî hilweşandina împeretorîya Osmanî sînorê di navbera Tirkî û Fransa[4] de di sala1921 bi peymana Enqerê[5] hate eşkerekirin. Di sala 1929an ji bilî Hetay sînorên Tirkî û Fransa (Sûrî) mîsogerbû. Piştî ku Hetay tevlî Tirkî bû ev sînorên îro hate pêjirandin. Bi vî awayî hin cîh û warên kurdan li Binxetê[6] dibin fermandarîya Fransa û beşek mezin ê kurdan li Serxetê[7] dibin fermandarîya Tirkî de man. Piştî ku sînor kete navbera Tirkî û Fransa (Sûrî) gelek kesên ku ji ber zilma rejîma Tirk ya Nû, revîyan çûne alîye Fransa. Bi vî awayî hejmara kurdên Sûrî zêdebû.

1.1. Serjimarîya Kurdan Li Sûrî

Li Surî hejmera kurdan nezîkî 3 milyona ye. Kurd li derdora sînorên Tirkî û Sûrî cîhgirtine. Sereke bajarên Kurdan Efrîn, Kobanî, Serê Kanîyê, Amudê, Heseçe, Qamişlo û Derîk e. Lê deverên ku kurd lê dijin Şam, Helep, Hums, Hama û Lazkîye jî hene. Kurd li Şam û Helebê di zoravayan de dimenin. Kar û barên giran û zahmet de dixebitin.

Sê heremên kurdan ku lê dijîn hene. Wek herem Efrîn, Kobanî û Heseçe. Kurdên Efrîn û Kobanî bi taybetî ji bo kar koçî Helebê dikin. Kurdên Heseçe û Qamişlo koçî Şamê dikin.

1.2. Rewşa Kurdên Sûrî

Rewşa kurdên Sûrî heta sala 1946 ku Sûrî azadîya xwe bidest xist di bin fermandarîya Fransa de bi awayekî hindik bê jî serbestîyek hebû. Piştî 1946an pê ve roj bi roj bi polîtîkayên partîya BAAS ku li ser bingeha netewperestîya erebbûne avabû bû hate guhertin û dijwartir. Bi polîtikayên erebkirine ye partîya BAAS kurd ji her helê ve xîzan bûne.

Rayedarên Sûrî ji bo gelek sedeman di sala 1962an de li herema ku kurd lê gelekin an ku li hereme Heseçe serjimarîyek çêkir. Bi vê serjimarîye re kurdên Sûrî xistin sê beş.

1- Watanî[8] (hemwelatî)

2- Ecnebî[9] (biyanî)

3- Mektumîn[10]

Piştî serjimarîya sala 1962an gelek kurd ji hemwelatîya Sûrî derxistin. Li sûrî kesên Ecnebî û Mektum ji gelek mafan bêpar in. Zarokên ku tên dinyê nayên qeydkirin û ti mafên wa nînin. Her wilo qeydîyên mirîyên û zewacên Ecnebîyan û Mektûman jî ninin. Ti mafê wan ê bicîh bûn û cîh kirîn jî nîne. Nikarin ti mal û erdî li ser navê xwe bikrin an bifroşin. Ew kes her çiqas perwerdehîya xwe bi awayekî bibînin jî di encama perwerdehîyê de ti mafî bidest naxin. Ev kes ji azadîya gerê jî bêpar in. Ji bo ku bê nasnamene bê pasaportin jî. Bi ti awayî nikarin sînorên Sûrî derbasbikin.[11]

Koçkirin û ji cîhkirin jî derdekî dî ê kurdên Sûrî ye. Bi taybetî şebekeyên qaçakvanîyê û Muhaberata[12] Sûrî bi hev re dixebitin. Ji bo ku Sûrî ji kurdan xalî bibê Muhaberat bi awayekî dizî kurdan bi pereyekî gelek bi keştîyên xerabe û bi rêwingîyeke zahmetî dişyênê welatên Ewrupa[13]. Di van rêwingîyan de gelek caran penabêr bi qezayên deryayî dimirin.

Ji hêla BAASîyan ve navên cîh û warên kurdan hatin guhartin. Mesele Amudê bû Adanîyê, Serê Kanîyê bû Ras el-‘Ayn, Efrîn bû Arrub… Qanûnên ku navên Zarokan dibe bi erebî bêne dayîn çêkirin. Ji bo ku tîpên p, v, ç, j û g di alfaba erebî de tineye navên ku ev herf tede ne qedexekirin. Lê ji bo ku li Sûrî bertîl di her deverê de bikartê hin caran bi bertîlên mezin rayêdaran hin nav qebûldikirin.

Ev tinekirin tenê ji bo kurdan hebû û heye. Mesele Ermenî, Sûryanî, Yahûdî, Fransiz, Îngilîz û Rus bi awayekî hesan dibistanê xwe yên taybet vedikin. Zimanê xwe bikartênin.

Fransa ji sala 1920an heta 17e Nîsana 1946an li Surî desthilatdarbû. Di nava van salan de hindik jî bê rehetîyek ji bo kurdan hebû. Lê piştî ku netewperestên ereb desthilatdarî bidestxistin jiyan li kurdan roj bi roj teng kirin.

Ev sedemên ku me li banî rêz kirin yek bi yek bûn sedema xîzanîya kurdan. Dema ku kurd ji her xweşîye jiyanê bêpar man xîzan ketin. Ev xîzanî jî bi xwe re encamên nebaş anîn meydanê. Yek ji van encaman jî pirsgireka bûkên ku ji Sûrî tênine Tirkî.

2. Bûkên Sûrî an Bûkên Binxetê

Di vê xebatê de dema em behsa bûkên binxetê dikin gelo çi tê fêmkirin? Gelo çima bûkên ku ji binxetê tenîn dibê pirsgirêk? Ji bo çi pêwistî bi lêkolîneke bi vî rengî derket meydanê? Mirov dikarê van pirsan zêdebikê. Lê pê pirs emê di vê lêkolînê de persiva gelek pirsên ku tênê hişê mirov bidin.

Mirovên serxetê bi du awaye bûkan ji binxetê tênin.

Xala yekem; Zilamên ji serxetê keçikên nasên xwe ê li gorî temenê xwe bi awayekî dilketinê û bidilxwazî li gorî torevanîya dînî û kurdî ji xwe re dixwazin. Bi daweteke ku bi şahîye dizewicin. Ev cûrêyên zewacên ji binxetê ne mijara me ye. Û ji xwe tiştekî bi vî rengî nabê pirsgirek jî.

Xala duyem; Zilamên ji serxetê yên pîr, bî, astengdar an yên ku dixwazin bi jina duduyan re bi zewicin bi rehbertîya sîmsarên jina[14] bi qelen ji xwe re keçikê ciwan tênin. Ev cûreyên zewacan mijara lêkolîna me ye. Dema me go bûkên Sûrî an me go bûkên binxetê dibê xala duyem we rê fêm kirin.

2.1. Ji Serxetê Ber Bi Binxetê Ve

Zilamên serxetê yên ku ji hela bedena xwe ve astendarin an yên ku pîrbûne û bî mane an yên ku dixwazin cara duyem an seyem bizewicin bi rêbertîya sîmsarên jina bere xwe didin binxetê. Li binxetê her çiqas gotina wê nexweş be jî bazara jina an ku bazara keçika heye. Bi awayekî lîstekirî navên keçikan, temenê wa û qelenê wan li ba sîmsarê jinan qeydkirine. Kesên ku ji serxetê ber bi binxetê ve diçin li gor dayîna qelen ji xwe re li keçikên zewacên digerin. Keçik çiqas ciwan û bedew bê qelen wilqasî bûha dibe.

Bi rastî nivîsandina van rêzan her çiqas dile mirov birindar bike jî ji bo ku rastîyeke me ya rojanêye, li gorî min dibe bê nivîsandin. Ji ber ku merivên dî êş û derde wan keçikên ciwan fêm bikin bi awayekî rastî min xwe mecbûrî nivîsandina vê lêkolînê kir. Heta niha ti xebat li ser van keçikên ku ji binxetê bi rêya zewacê tenin nehatîye kirin.

Em dîsa vegerin mijara xwe. Ew kesên ku ji serxetê çûn binxetê bi alîkarîya sîmsaran diçin dîtina keçikan. Eger zilamê serxetî qîma xwe bi vê werê nê di heman demê de qelen tê birin û nîkâha wan çêdikin. Di vir de ti mafê keçikê nine ku bibejê ‘ez naxwazim’ an ‘ne bi dile min e’. Ew zilm û zordarîya ku gelen kurd yên Sûrî xîzan kiri ye, ji neçarî dê û bav keçen xwe didin wan kesên ku di jiyana xwe de cara yekem dîtine. Rastîyeke dî jî heye ku hin dê û bav keçikên xwe ji xwe re wek sermayeke dibinîn.

Piştî ku qelen dîyarbû û nîkah hat birîn ji bo ku bûka nû serxet bikin dest bi xebatan dikin. Di vir de du tişt derdikevin pêşîya wan.

Yek; Eger keçik watanî bê ji bo ku xwedî pasaporte bi awayekî hesan dikarê serxet bibe.

Du; Eger ecnebî an mektum bê vêcarê rêyên îlegal dikevin dewrê. Ew jî bi alîkarîya rêberên sînor bi awayêkî dizî û derqanûnî li ser têlan re derbaskirina bûka bê bûkanîye. Rêberên sînor[15] bi awayekî hemaltî dirajine wan keçikan di ser têlan re derbasî serxetê dikin. Ji ber vî karî pereyekî baş ji zava distênin. Piştî ku bûka taze derbasbû teslîmê zava dikin. Bi vî rengî jiyana Bûkên Sûrî li serxetê destpêdikê.

2.2. Jiyaneke Nû Dinyayeke Nû

Keçikên ku bi bûkîtî ji binxetên ten têr û tijî xeyalin. Ji ber kû ew li binxetê dinav jiyaneke xîzan de dijîyan ji wan re serxet bi gotineke dî Tirkî dinyeyeke nû û derîye jiyaneke nû ye.

Ji xîzanîyê behtîr bandora TV yen tirkî li ser wan kesên ku tenê Tirkî heye. Bi taybetî rêzefilmên TV yên

Comment