Ji Bo Folklora Kurdî Çend Mînak
Ji Bo Folklora Kurdî Çend Mînak
Dema weşanê: Rezber 30, 2023, 12:11 Dîtin: 490

Tiştenok / Mamik

Tiştanok/Mamik Bersiv Şîrove
Şêrîno li darîno,

 

Darîno li gohbelo,

Gohbel di rê de,

Pî pahno li pey de. çi ye?

Cotkar Şêrîno; tireh /tirî

 

Darîno; selik

Gohbelo; ker

Pî pahno; mirov

Zîq û zîq,

 

Heşt ling û du pîx.

çi ye?

Cotkar Zîq û zîq; halet

 

Heşt ling; hejmara lingê du qantirên ku li pey halet

Du pîx; du pîye mirovên ku halet diajo

“Ez ji bajarekî hatim,

 

Ji min pê ve kes lê ne bû,

Çûm bajarekî mezintir,

Min du beran xwarin,

Hestî di wan de ne bû,

Li hespekî siwar bûm,

Reh tê de ne bû” çi ye?

Zarok / mirov Ji bajarekî hatim; zike dayikê

 

Çûm bajarekî mezintir; dinya

Du beran; her dû singê dayikan

Hesp; dergûş

“Ser miqara

 

Dûv mişare

Li ser tinga dike hewara

Kero bê dîk” çi ye?

Dîk Ser miqara; serê dîk

 

Dûv mişare; dûvê dîk

Li ser tinga dike hewara; bangdana dîk

Kero bê dîk; ji bo ê gohdar dike bersivê dide

“Ker zirî, pişkûl jê firî” çi ye? Tifing û fîşek Ker zirî; denge teqîna tifingê

 

Pişkûl; fîşek

“Qesra spî, bê derî” çi ye? Hêk Qesra spî; qaqilkê hêkê ye
Çavkanî; Nisebîn, Gundê Kertwenê,  Xelîl Turgut; 60 salî, Dem; 2010

Ser Sal

  1. Serê sale bine sale, Xwedê kurkî bide kavanîya male.
  2. Serê salê bine sale, Xwedê bûkeke bide kurke male.

Ji Bo Mirîyan

  1. Helawîya dimsê
  2. Nane mirîya
  3. Mewlûd
  4. Kefareta mirîya

Kevneşopîyên Bawerî

  1. Ser zarokan ra xwe avetin; Qama zarokan kin dike. Ku mirov vegere ye wek bere bibe.
  2. Ji bo şeytan tifkirina erdê, ji bo Xwedê maçkirina asîman.

Metelok

Hîna mîna keraze, Şemsedîne baraze, Îdo mîdo yola Quncir ciz biz.

Li Ser Destarhêrk

Zozan; Devhêr devhêr dayik

Delal; Te çi ji mina xwahike

Zozan; Ezê te bibim neşrûke

Delal; Neşrûka min û kê ye?

Zozan; Neşrûka te û (nave zilamekî bi qusur)

Delal; Ezê (nave zilamekî bi qusur) bibim ber ave Lê reşînim xunave (nave kesê dilketî) diçe ber pez, min nabe.

21.03.2004