Qesîdeya Biharê
Qesîdeya Biharê
Dema weşanê: Rezber 25, 2023, 6:18 Dîtin: 404

Dilemin bi tîtina te bu dîn û har

Zivistan çu vaye hat bihar

Dar û çiya bejna xwe xemilandin

Kulilkê jiyana min behn barandin

Bi gulekê nabê bihar

Bi gotinekê nayê yar

Bi sosin û nergiza reng reng

Li cîhanê evîna min bu bideng

Bihar tu çiqas xweş û delalî

Wek ava zemzem pir zelalî

Gul vedibin bi renge xwînê

Hiş ji serê min diçê bi vê evînê

Yar bi bejn û bal û gerdenîye

Ronî dikê dilê min ji tenîyê

Bayê bihare min serxweş dikê

Dîtina evînê birîne min derman dikê.